Enter your email Address

+49 152 5931 6512
05.07.2022 - 10:24
  • Kurmancî
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • Deutsch
  • English
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Analiz

Şoreşa Sedsalê

Nucan Serdoz Edîtor: Nucan Serdoz
24/06/2022 - 0:09
di nav Analiz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Başûrê Kurdistanê cinayetên siyasî
19
Temaşêkirin
ParvekeTweet

Di sala 2011’an de li Sûrî şerê navxweyî û aloziyan dest pê kir. Kurd di vî şerî de nebûn aliyê ti kesî û xeta riya sêyemîn hilbijartin. Ne bi komên çekdar, ne jî bi rejîmê re meşiyan. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şoreşa Rojava dest pê kir. Piştre jî Kanton hatin avakirin û rêveberiya xweser hat ragihandin. Êdî bi tevlîbûna hemû pêkhateyan pêvajoyekê dest pê kir. Lê ev yek li hesabê dewleta Tirk nehat û ji destpêka şoreşê û pê ve, dest bi êrişan kir.

Êrişên herî giran ê qirkirin û dagirkeriyê li ser axa Rojava çêbûn. Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê hem li dijî êrişan sekinîn, hem jî deverên ku DAIŞ’ê dagir kiribûn, rizgar kirin. Ji Reqayê heta Tebqa, Minbic û Dêrazorê berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Her wiha Kobanê jî bû destana vê berxwedanê. Her ku berxwedan mezin bû êrişên dagirkeriya dewleta Tirk jî berfireh bûn. Lê dîsa jî nekarîn îradeya xelkên li Rojava têk bibin. Ev şoreş têk neçû û her roj xwe nû dike û mezin dibe.

Dewleta Tirk ango desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê piştî pêvajoya Kobanê êrişên qirkirin û dagirkeriyê derxistin asta herî jor. Li gorî hesabê wan wê Kobanê ketiba û çeteyên wan jî li Rojava serwer bûna. Lê yê ku têk çû çeteyên Erdogan bûn. Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê dawî li hebûna DAIŞ’ê anîn. Dewleta Tirk jî ji bo tinekirina vê berxwedanê pîlana çokdanînê xist meriyetê. Di serhildanên ji bo Kobanê de komkujî kirin û yên xwedî li pêvajoyê derketibûn girtin. Piştî ku dewletê pîlana qirkirinê amade kir, bi vî rengî dest bi pêla girtin û kuştinê kirin. Di wê pêvajoyê de jî bajar û navçeyên Kurdan bi erdê re kirin yek.

Dema ku li Sûrî aloziyan dest pê kir, dewleta Tirk yekser dest li rewşê werda. Wekî ku ew der axa wê be, tevgeriya û çeteyên xwe xistin dewrê. Ji çeteyan re bi TIR û kamyonan çek û cebilxane şandin Sûrî. Bi riya wan çeteyan bazirganiya petrolê kirin. Bajarên ku dagir dikirin jî çeteyên xwe û malbatên wan lê bi cih kirin. Ev yek di mînaka Efrînê de xuya dike. Efrîna ku di dema şerê Sûriyê de bûbû weke navendeke jiyana hevpar a gelan, piştî dagirkirinê veguherî navenda komkujî, tecawiz, talan û tirkperestiyê. Dewleta Tirk a dagirker ku li Efrînê li dijî jinan û gel komkujî kirin, demografiya bajêr jî guhert. Ji sedî 90’ê şêniyên Efrînê beriya dagirkeriyê Kurd bûn. Ji ber êrişan bi kêmanî 300 hezar Efrîniyan ji bajêr koç kir. Dewleta Tirk piştî dagirkeriyê, ev bajarê ku navenda aramiyê bû veguherand bajarê çeteyan. Ji Idlib, Hema, Hums, Xuta û Helebê çete anîn û li vir bi cih kirin. Bi kêmanî 400 hezar Ereb li Efrînê bi cih kirin. Li gel komkujî, talan û tecawizan, dewleta Tirk li vir siyaseta tirkkirinê jî meşand. Li dibistanên ku berê perwerdeya Kurdî lê dihat kirin, piştî dagirkirinê zimanê Tirkî hat ferzkirin, perwerdeya bi kurdî hat qedexekirin. Navên bi Tirkî li kuçe, kolan, cih û waran kirin. Bi dehan dibistan hatin xerakirin. Dagirkeran dest danî ser mal û milkê xelkê, talan kirin. Dewlemendiya sererd û binerd tevî talana çandî û dîrokî hîn jî dewam dike. Piştî dagirkirinê bêhejmar darên zeytûnan hatin birrîn.

Dagirkirina Efrînê têrê nekir, dewleta Tirk çav berda Serêkaniyê û Girê Spî jî. Di sala 2019’an de herdû deverên din jî dagir kirin. Ev yek li pêş çavê cîhanê pêk hat û kesî dengê xwe nekir. Heman Erdogan, îro jî radibe û dîsa qala dagirkeriyê dike. Hedefa wan ew e ku tevahiya Rojava bixin destê xwe û bikin hêlîna çeteyan. Ma ne, bi saya Rojava dawî li hebûna DAIŞ’ê hat. Ew çeteyên ku li Ewrûpa û Emerîkayê komkujî dikirin û teqîn pêk dianîn, bi saya şervanên Rojava dawiya wan hat. Lê Erdogan her carê mijara koçber û penaberan bi kar tîne û devereke Rojava dagir dike. Niha jî heman gef û gurên Erdogan hene. Gelo heta kengî wê rê li ber êrişkariya wî were vekirin. Ev yek nayê zanîn. Lê tişta tê zanîn ew jî berxwedana gel bi xwe ye. Ya ku wê encamê diyar bike, îradeya gel û hêza wî ye. Ma ne, Rêber Apo digot; heger dinya hemû li pişta te be û tu bi hêza xwe ne bawer bî tu yê têk biçî. Û heger dinya hemû li hemberî te be û tu bi hêza xwe bawer bî, tu yê bi ser kevî. Tişta niha li Rojava tê kirin jî ev e. Gel li wê derê bi hêza xwe û şervanên xwe li ser piyan disekine. Li dijî her cûre ambargo û êrişan ev 10 sal in vê şoreşê diparêze û bi pêş ve dibe. Îro şoreşa Rojava ji bo gelekan bûye mînak û modela demokrasiyê. Her wiha çawa ku îro li dinyayê şer û alozî heye, li Rojava jî şoreş heye.

Aslan Aslan Nivîsandî…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Beriya kuştina dijminê derve, divê dijminê hundir were kuştin

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir: Dem dema hesab pirsîna ji dagirkerî û hilweşîna faşîzmê ye

Nucan Serdoz

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Zarokên Agir: Dem dema hesab pirsîna ji dagirkerî û hilweşîna faşîzmê ye

Zarokên Agir: Dem dema hesab pirsîna ji dagirkerî û hilweşîna faşîzmê ye

KCK: Divê em li dijî kemînên PDK’ê hişyar bin

KCK: Em gel û tevger di pêvajoyeke girîng û krîtîk de ne

Torên Sanal

Manşet

  • TAYBET – Ji bo bîranîna şoreşgerê mezin ya têkoşîna azadiyê “Diyar Xerîb”
  • 10’yemîn Salvegera Şoreşa Rojava – Ferhad Şamî: Ciwan bê tirs û hesab ji bo pêşxistina şoreşê difkirin
  • Zilamê dewletê
  • Ji pênûsa Gerîla – Bi qasî xeyalên xwe azadî
  • Em dê asoya mirovê hatiye fetisandin vekin
  • ROJEVA 05’Ê GELAWÊJA 2022’YAN
  • Jinên Tîrêjên Rojê rêze çalakî li darxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Gerîlayan nefes li dagirkeran qut kirine – 7 dagirker hatin ceza kirin

    Gerîlayan nefes li dagirkeran qut kirine – 7 dagirker hatin ceza kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê nasnameya 3’ê gerîlayan eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 10’yemîn Salvegera Şoreşa Rojava – Ferhad Şamî: Ciwan bê tirs û hesab ji bo pêşxistina şoreşê difkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Fermandara QSD’ê Mizgîn Kobanê şehîd bû û 2 hevrêyên me birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET – Ji bo bîranîna şoreşgerê mezin ya têkoşîna azadiyê “Diyar Xerîb”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla leşkerên dagirker tarûmar kiriye – 9 dagirker hatin ceza kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya meha Pûşperê eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 10’yemîn Salvegera Şoreşa Rojava – Necah Gulo: Rêber Apo ji 29’yemîn şoreşa Kurdan re pêşengtî kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di êrîşa li ser Cizîrê de heta niha 2 jê jin herî kêm 20 kes hatin destgîrkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mûstafa Karasû: Li ser Rêber Apo 24 salin polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye

Ziman

  • Kurmancî
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • Deutsch
  • English

Me Bi Şopînin

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • سۆرانی
    • Türkçe
    • عربي
    • Deutsch
    • English
  • Ser Rûpel
  • Çalakî
  • Daxuyanî
  • Hevpeyvîn
  • Analiz
  • Çand-Huner
  • Ciwanên Cihanê
  • Jinên Ciwan
  • Xwendekar
  • Dosya Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye